Hizbullah li dijî Amerîka û Îsraîlê serekî mezin radigihîne

10 îlon 2019 16:19
Hizbullah li dijî Amerîka û Îsraîlê serekî mezin radigihîne

PeyamaKurd Serokê giştî yê milîsên Hizbullaha Libnanê Hesen Nesrulla şerekî mezin bi pêşengiya Serokê olî yê Îranê Elî Xamineyî de ragehand.

Çapemeniya Hizbullahê beşek gotara Emîndarê Giştî yê milîsên Hizbullahê Hesen Nesrulla belav kir û Nesrulla radigehîne ku Amerîka û Îsraîl hewl didin givaşê bixin ser wan, lê ew ne bi dorpêçan, ne bi cezayan, ne bi birsîtî û ne bi hejarî îradeya wan nayê şikandin.

‘AMERÎKA Û ÎSRAÎL DIXWAZIN ME DORPÊÇ BIKIN’

Hesen Nesrulla şerekî mezin li dijî Amerîkayê û Îsraîlê ragehand û gotiye ‘’Amerîka û Îsraîl dixwazin dorpêçê bixin ser bere ango eniya me.’’

Emîndarê giştî yê Hizbullahê amaje bi wê yekê jî kiriye ku, eniya wan li dijî Amerîka û Îsraîlê bi serokatiya serokê olî yê Îranê Ayetulla Elî Xamineyî ve wê tê kirin.