Fetihê Amerîka û Hevpeymanî tawanbar kir: Ev yek ragihandin serekî li dijî Iraqê ye

26 tebax 2019 16:21
Fetihê Amerîka û Hevpeymanî tawanbar kir: Ev yek ragihandin serekî li dijî Iraqê ye

PeyamaKurd - Hevpeymanîya Fetih a li Parlementoya Iraqê radigihîne ku bombebarankirina Heşda Şeibî ji alîyê Îsraîlê ve tê wateya ragihandina şerî li dijî  Iraqê ye û ji êrişan Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî berpirsyar dibine.

Hevpeymaniya Fetih bi serokatya Hadî Amirî daxuyaniyek da û bi tundî êrişên bomberanê yên Îsraîlê bi ser cebilxaneyên Heşda Şeibiyê û serbazgehên wan şermezar kir û amaje kir ku heya kar gihiştiye wê radeyê jî serkirdeyên Heşdê jî bombebaran dikin.

Di wê daxuyaniyê de, amaje bi wê yekê hat kirin: Bi armanckirina yek ji serkirdeyên Heşda Şeibê li Qayîm, pêngaveke metirsîdare ji alîyê Îsrayîlê dijî Heşdê û pêkhate û serkirdeyên wê.

He wiha Hevpeymaniya Fetih ragehand: Mafê  Heşda Şeibî bo bersivdana wan êrîşan paraztî ye û pêwîst e Hevpeymanîya Nêvdewletî li dijî DAIŞê û bi taybetî Amerîka berpirsyartîya vê êrişê bînin cih. Her wiha di ragihandinê de hatîye destnîşan kirin ku, ev bombebarana hanê tê wateya ragihandina şerî li dijî Iraqê û gel û serweriya wê.

Ji alîyê din ve, Hevpeymanîya Nasir daxwaz ji hikumeta Îraqê kir ku berpirsyartîya xwe ji parastina serwerîya axa Îraqê bike. Amaje bi wê yekê  jî daye ku alozbûna rewşê ne  di berjewendîya tu kesî de ye.