PDK ê pistî sewitandina beregeha Bexdayê xebatên li Bexdayê rawestand
PeyamaKurd – Berpirsê PDK ê yê baregeha Bexdayê Şivan Muhammed Taha ragihand ku ev êrîşa duyeme kirine ser baregeha PDK ê ya Bexdayê û her êrîş bê ceza maye û ji ber wê jî biryarê dane ku baregeha li Bexdayê bigrin û temamê xebatên rêxistinî û siyasî rawestînin.
Do êvarê, terefdarên Haşdî Şabî êrîşê ser baregeha PDK ê ya Bexdayê kiribûn, agir bi baregehê xistibûn û ketibûn nav beregehê yaxma kiribûn. Şivan Muhammed Taha, ji bo Rûdawê mijarê weha ragihandiye:
“Ji bo em nerazîbûna xwe li hemberê êrîşa cara duyê nîşan bidin û bibînin bê hukumeta Iraqê li dijî êrîşkeran wê çi tewrê nîşan bide, me biryarê da ku buroya xwe bigrin û xebatên nav bajêr yên rêxistinî û siyasî bidin rawestandin. Di cotmeha 2020 an de grûbên bi desteka Îranê buroya me şewitandibûn û ew êrîş bê bersiv mabû.”
Li aliyê dinê serokê grûba PDK ê ya parlementoya Iraqê Viyan Sebrî jî dawuyanî da û weha got:
“Ne raste ku ji ber twîtekî ku tê de heqaret ji bo merciyên Şîa heye, êrîşê baregeha me kirine. Tişteka wisa tine û êrîş bi temamî bi zanîn û bi rêvebirin hatiye kirin. Kurd, ji bo temamê heyiyên olî û etnîkî yên li Iraqê rêzdarin. Ew kesê ku tweetê belav kiriye, ne endamê KDP ê ye û herkes dizane ku ew fikir ne yên serokê PDK ê ne. Li aliyê dinê ev êrîş ne fikra merci’ên olî yên Şî’ane.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin