Blinken pistî Ankara çû Bexdayê
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê DYAyê Antony Blinken piştî seredana Tirkiyê kir ji nîşka ve çû Bexdayê û bi serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudani re hevdîtinekî kir. Di hevdîtinê de behsa têkiliyên duqolî, pêşdeçûnên li herêmê û bi taybetî behsa rewşa Sûriyê kirin.
Sudani got ku biryara xwe dane da destekê bidin Sûriyê û Blinken jî behsa avakirina hukumetekî berfireh ya li Sûriyê kir. Li gor ragihandina ofîsa serokwezîrtiya Iraqê; di civînê de li ser rewşa Sûriyê ya heyî û bandora wê ya li îstîqrar û ewlehiya herêmê kirin.
Sudani ragihand ku di vê dewra krîtîk de, wê destekê bidin Sûriyê, wê bibin alîkar da ji nûh de Sûriyê ava bikin û balê kişand ser girîngiya desteka welatên dost. Wê Iraq destekê bide rêvebiriyeka Sûriyê ya ku hemû pêkhateyan hembêz bike. Sudani ragihand ti êrîşekî ser axa Sûriyê nayê qebûlkirin û tevgerên weha îstîqrara herêmê xerab dikin.
Wezîrê DYAyê Blinken jî ragihand ku rêvebiriya li Sûriyê bê avakirin de, divê temamê tercîhên li Sûriyê qebûl bike û di mijarê de bi Iraqê re hemfikre. Blinken xwest ku bi Iraqê re hevkariya xwe zêde bike û behsa rola koalîsyona di bin serpereştiya DYA de, rola xwe ya di îstîqrar, ewlehî û aramiyê de çawa dileyîze.
Wezareta karên derve ya DYAyê di daxwuyaniya xwe de got:
“Wezîr desteka xwe ya ji bo Sûriyê ya avakirina hukumeta Sûriyê ku divê berfireh, hemêzkar û sîvîl ya ku hemû daxwazên pêkhateyan bicîh bîne, aşkera kir. Di pêvajoya demkî de hukumeta bê avakirin, divê heman hukumet mafê jinan, civakên kêmnetewe temsîl bike, rêz li temamê mafên mirovan bigre, rêz li mekanên pîroz yên dînî bigre û di mijaran de beyanan bide.
Wezîr ragihandiye ku divê hêsankirina alîkariya mirovî hebe û ber lê bigre da grûb an terorîst, Sûriyê ji bo êrîşên dewletên cîran wekî baregeh bikarneyne û ji herêmê re nebe tehdîd. Wezîr û serokwezîr li ser vejîna DEAŞê ya ji nûh de rawestiyan û behsa tedbîrên bên sitendin kirin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin