Wezîrê karên derve yê DYAyê Antony Blinken gihîst Ankara

13 berfanbar 2024 01:19
Wezîrê karên derve yê DYAyê Antony Blinken gihîst Ankara

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê DYAyê Antony Blinken gihîşt Ankara û wê bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan re hevdîtinê bike. Balafira ku wezîrê karên derve yê DYAyê Blinken û heyeta pêre bir Ankara, xwe danî balafirgeha Esenboğa ya Ankara.

Li balafirgeha Ankara ya Esenboğayê Blinken û heyeta wî ji aliyê rêvebirê giştî yê protokolên wezareta karên derve balyoz Ahmet Cemil Miroğlu û maslahatguzarê DYAyê yê Ankara Michael Goldman de hat pêşwazîkirin.

Blinken seredana Urdunê kiribû û ji wê derê çû Ankara. Wezareta karên derve ya Tirkiyê berê ragihandibû ku wê Blinken bi wezîr Hakan Fidan re li ser pêvajoya piştî Esad, pêvajoya siyasî û agirbesa Xezayê biaxife.