Pasevanên Sînor ên Polandayê: Pêwîst bike em ê li dijî koçberan çekan bi kar bînin

17 mijdar 2021 14:30
Pasevanên Sînor ên Polandayê: Pêwîst bike em ê li dijî koçberan çekan bi kar bînin

PeyamaKurd –  Piştî aloziyên li ser sînor, pasevanên sînorê Polandayê, gefa dixwin û dibêjin, eger pêwîst bike li dijî koçberên li ser sînorê Belarûsê em ê çekan bi kar bînin.

Berdevkê Pasevanên Sînor ên Polandayê diyar kir: “Ez dikarim ji we re dûpat bikim ku eger rewş pêwîst bike, pasevanên sînor dest ji bikaranîna çekan bernadin.”

Herwiha diyar kir: "Welatê wan hemû hewldanên xwe dike ji bo vê bijardeyê bi cih neyne".

Ev daxuyanî piştî wê yekê hat ku do medyayên cîhanî belav kirin, weke bertekek li hember reftarên koçberan û hewldanên wan ên derbasbûna sînor û rakirina astengiyan û avêtina keviran li pasevanên sînor, hêzên ewlehiyê yên Polandayê ava şidandî û gaza rondikrêj li hember koçberan bi kar anîne.

Ji 8ê meha borî ve, bi hezaran malbatên koçber ku beşeke mezin Kurd û Erebên Iraqê ne, li ser sînorê navbera Belarûs û Polandayê kom bûne û hewl didin ku derbasî nav axa Yekîtiya Ewropayê bibin.