Pasdarên Îranê li Serdestê kolberekî Kurd kust

26 hezîran 2021 23:15
Pasdarên Îranê li Serdestê kolberekî Kurd kust

PeyamaKurd – Pasdarên Îranê li bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê li Zozanê Dolebiyê komekî kolberên Kurd da ber guleyan. Di encama gulebaranê de kolberê Kurd yê bi navê Wehîd ku ji xelkê gundê Bîran e û bi ser Serdeştê ve ye hat kuştin.

Bûyer di 26.06.2021 ê de danê êvarê qewimî.