Pasdarên Îranê Kolberekî din ê Kurd kust

11 mijdar 2018 11:33
Pasdarên Îranê Kolberekî din ê Kurd kust

Peyamakurud - Hat zanîn ku pasdarên Îranê gule bi ser kolberên Kurd de reşandine û kolberekî din hatiye kuştin.

Li gor zanyariyan kolberê bi navê Farûq Feyzî ku li gundê Tengîwer ê Kamyaran a girêdayî eyaleta Ehwazê jiyana xwe berdewam dikir, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye kuştin.

Li gor nûçeya Kolbernewsê bûyera kuştina Farûq Feyzî 8ê Mijdarê encam daye.