Partiyeke Tirkiyê dixwaze peykerê Seyîd Riza yê li Dêrsimê were rakirin!
PeyamaKurd - Partiya Vatan ya Tirkiyê bi serokatiya Dogu Perînçek, daxwaz dike tevahiya peyker, nav û nîşanên Seyîd Riza yên ku li meydan, cade û kolanan hatine danîn, werin rakirin û tunekirin!
Sekreterê giştî yê Partiya Vatan ya Tirkiyê, Utku Reyhan nameyek ji walîtî û şaredariya bajarê Dêrsim yê Bakûrê Kurdistanê re şandiye û daxwaz ji wan kiriye, tevahiya peykerên Seyîd Riza û nav û nîşanên wî yên ku li kolan, kuçe, meydan û deverên parêzgeha Dêrsimê hatine kirin, bên rakirin û tunekirin.
'Ti ferqek di navbera Seyîd Riza û berpirsên PKKê de nîne'
Wî berpirsê Partiya Vatanê, di wê nameya xwe ya dûr û dirêj de gotiye, ji xwe Seyîd Riza ji ber xiyaneta ku li dewletê kiribû, hatibû bidarvekirin. Her wiha PKK jî îro li ser rêça wî dimeşe û doza “xweserî û serxwebûnê” dike! Bi gotina wî siyasetmedarê tirk, ti ferqek di navbera peykerê Seyîd Riza û peykerê berpirsên PKKê de nîne, ji ber wê jî divê demildest peykerên wî bên rakirin û nav û nîşanên wî li ser kolan û kuçeyên Dêrsimê bên guhertin.
Peyker di sala 2010an de hatibû danîn
Peykerê Seyîd Riza yê Dêrsimî di 29ê Tîrmeha 2010an de ji aliyê şaredariya Dêrsîmê ve hatibû danîn.
Seyîd Riza û kurê wî di sala 1937an de şeva ku 15ê Mijdarê bi 16ê Mijdarê ve tê girêdan, ji aliyê rêveberiya dewleta Tirkiyê ve li Meydana Genim a li bajarê Xarpêtê hatin darvekirin.
Serkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di sala 2010an de dema serokwezîr bû, li ser komkujiya Dêrsimê gotibû: “Eger lêborîn pêwîst bike be, ez lêborînê dixwazim.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin