Serokkomariya Tirkiyê: Ismail Heniyye negotiye ku ew dixwaze ‘Diyarbekirekî azad’ bibîne

29 cotmeh 2023 01:00
Serokkomariya Tirkiyê: Ismail Heniyye negotiye ku ew dixwaze ‘Diyarbekirekî azad’ bibîne

PeyamaKurd – Navenda têkoşîna bi dezenformasyonê re ya serokatiya danûsitendina serokkomariya Tirkiyê ragihand ku ew gotinên ku serpereştê Hamasê İsmail Heniyye goya gotiye ku ew dixwazin azadiya Diyarebekirê bibînin, rast nîne.

Serokkomariya Tirkiyê di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku di sala 2012an de serokwezîrê hukumeta wê demê İsmail Heniyye seredana Tirkiyê kir û bi serokên partiyan re hevdîtin kir. Di wê seredana xwe de bi serokê CHPê Kemal Kılıçdaroğlu, tevlî civîna grûba AKPê bû, bi serokê MHPê Devlet Bahçeli re hevdîtin kir, bi serokê BDPê Selahattin Demirtaş re û bi serokê Partiya Saadetê bi Mustafa Kamalak re hevdîtin kir.

Tê gotin ku dema piştî bi Selahattin Demirtaş re ehevdîtin dike, Heniyye gotiye ku dixwazin Diyarbekirê azad bibînin.

Niha serokkomariya Tirkiyê dibêje ku gotinekî weha nehatiye gotin û Haniyye weha gotiye:

“Di wexta li Ankara min bi serokên partiyan re hevdîtin kir ti gotinekî ku karê hundir û yê derve yê Tirkiyê eleqedar bike, ji devê min derneketiye.”