Parlementoya Iraqê ji bo lêkolîna bombardimanên Îranê û Tirkiyê 2 komîsyon ava kir
PeyamaKurd – Parlementoya Iraqê ji bo bombebaranên li Herêma Kurdistanê yên ji aliyê Tirkiyê û Îranê de hatin kirin 2 komîsyonan ava kir û wezîfê da wan. Parlementerê PDK ê Şivan Muhammed ragihand ku ji bilî avakirina 2 komîsyonan ti biryarekî nedaye.
Parlementoya Iraqê li ser daxwaza 126 parlementeran di serî de li ser êrîşên Îranê û paşî Tirkiyê ji bo hevdîtin bikin, civînekî taybet lidar xist. Parlementerê KDP ê Şivan Muhammed got ku ji bo lêkolînên Îran û Tirkiyê yên ser Herêma Kurdistanê lêkolînan bikin 2 komîsyon wezîfedar kirine. Şivan Muhammed weha got:
“Serokê parlementoya Iraqê, komîsyona ewlehiyê- bergiriyê û komîsyona karên derve, bi hukumeta Herêma Kurdistanê re di nav koordînasyonê de ji bo topbaranên ser dewleta Iraqê vekolîn bikin hatin wezîfedarkirin. Ji bilî komîsyonan parlemento ti biryarekî dinê nedaye.
Di encama lêkolînê de wê komîsyon raporên xwe amade bikin û pêşkêşî parlementoyê bikin. Ti kesekî ji partiyên hevparên yên ortaxê hukumetê tevlî civînê nebûn. Hinek parlementerên Şîa li ser topbaran û bombebarana ser Herêma Kurdistanê ya ji aliyê Îranê de xwediyê fikrekî zelal nîne.”
Li aliyê dinê cîgirê serokê grûba YNK ê ku di heman wextê de nûnerê Hevkariya Kurdistanê ye, Herêm Kemal Axa li Bexdayê civîna çapemeniyê lidar xist û got; parlemento bi taybetî êrîşên Îranê yên ser jîngahan û dibistanan, îhlala destûra Iraqê ye.
Di 28 ê eylûlê de artêşa Îranê kampên Pirde, Şêrawa û Koyê bombebaran kiribû, di encamê de 17 sîvîl û Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê kuştibûn û 50 kesan birîndar kiribûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin