Parlementerê HDPê êrîsa li dijî karkerên Kurd dibe Parlementoya Tirkiyê

05 îlon 2020 16:28
Parlementerê HDPê êrîsa li dijî karkerên Kurd dibe Parlementoya Tirkiyê

PeyamaKurd – Li bajarê Sakarya yê Tirkiyê, karkerên ji Şemrexa Mêrdînê rastî êrîşa nijadperestên Tirk hatibûn. Parlamenterê HDP’ê ji bo êrîşa li dijî karkerên Kurd a li Sakaryayê pêk hat bibe rojeva Parlementoyê, pêşniyazpirs amade kir. Kaçmaz, di pêşniyazpirsa xwe de, ji Wezareta Karê Hûndir pirsa “Gelo hûnê derbarê êrîşkaran de dest bi lêpirsînê bikin?” kir.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, ji bo ku êrîşa li dijî karkerên Kurd a li Sakaryayê pêk hat bibe rojeva Parlementoyê pêşniyazpirs amade kir. Kaçmaz ê HDP’î, di pêşniyazpirsa xwe de ji Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû pirsa “Gelo hûnê di derbarê êrîşkaran de dest bi lêpirsînê bikin?” kir 

Kaçmaz di pêşniyaz pirsa ku wê pêşkêşî Serokatiya Parlementoyê bike de ev pirs ji Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû kirin: 

 “*Weke Wezîrê Karê Hûndir haya we jê hebû ku karkerên Kurd ên li Sakaryayê wê rastî êrîşeke wiha ya organîze kirî bên? 

* Gelo hûnê di derbarê kesên êrîşî karkerên Kurd kirin de dest bi lêpirsînê bikin? 

* Gelo di dema desthilatdariya we de, çend karkerên çandiniyê bi vî awayî rastî êrîşên nijatperest hatin û di encama van êrîşan de çend karkerên çandiniyê jiyana xwe ji dest dan? 

* Ji bo pêşîlêgirtina êrîşên wiha yên nijatperest, gelo çi polîtîkayeke we heye? 

* Ji bo parastina karkerên Kurd ên her sal diçin bajarên cuda û dixebitin, hûn çi bergiriyan digirin, an jî tu bergiriyeke we heye? 

* Gelo hûn ê çawa daxuyaniyên Parêzgariya Sakaryayê û Parlamenterê AKPê yê Sakaryayê ku xwestin îdiayan berevajî bikin, îzah bikin û armanca wan çibû?”