Parlemenê Iraqê Mihemed Helbûsî daxwaza civînekê bo hilbijartinên pêswext kir
PeyamaKurd – Ji bo birêvebirina hilbijartinên pêşwext, Serokê Parlemana Iraqê Mihemed Helbûsî daxwaza civîna Parlemenê ya vekirî kir.
Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê (Parleman) Mihemed Helbûsî di twittekê de ragihand, hikûmetên Iraqî yên li pê hev hatine, erk û sozên xwe bicih neanîn cih, ji ber vê jî bûn sedem ku xwepêşandanên nerazîbûnê berdewam bin.
Herwiha Helbûsî diyar kir, ji bo Iraqê û ji bo dilsozî ji qurbanîdana Iraqiyan, divê hilbijartinên pêşwext berî dema ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî diyar kiriye bêne kirin.
Helbûsî daxwaza bicihkirina madeya 64 a Destûra Iraqê ji bo encamdana hilbijartinên pêşwext kir û daxwaza civîneke Parlemanê ya vekirî, bi amadebûna hersê serokatiyên Iraqê û hêzên siyasî kir.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî do, daxwaza birêvebirina hilbijartinên pêşwext di 6ê Hezîrana 2021an de kiribû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin