Mihemed Helbûsî 3 roj ji bo berbijêriya peywira serokomartiya Iraqê diyar kir
PeyamaKurd – Çapemeniya Iraqê da zanîn, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî, 3 roj ji bo berbijêriya peywira serokomartiya Iraqê diyar kir.
Nûçeyeke çapemeniya Iraqê eşkere kiriye, îro 08.02.2022yan Serokê Parlamentoya Iraqê, ji îro û pê de 3 roj ji bo xwe berbijêr nîşandana serokomartiya Iraqê diyar kir û ew kesên dixwazin dikarin di hundurê 3 rojan de bibin berbijêrê serokomarê Iraqê.
Biryar bû do di saet 12:00an de, Parlamentoya Iraqê civîna duyem, dema pêncem pêk bîne û serokomarê Iraqê hilbijêre. Lê ji ber rêjeya yasayî ya hejmara parlamenteran temam nebû, civîn pêk nehat.
Beriya niha 25 kesan ji bo serokomartiya Iraqê xwe wek berbijêr nîşan dabûn, lê bi vê biryara nû ya Helbûsî ve, pêwîst e ew kesên ku dixwazin bibin berbijêr, ji nû ve navê xwe li Parlamentoyê tomar bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin