Parlamentoya Kurdistanê civîneke awarte pêk tîne û çendîn biryaran werdigire
PeyamaKurd - Parlamentoya Kurdistanê ji bo xwendina duyem a proje yasaya diyar kirina rojekî wek bibîranîna karesata komkujiya kurdên êzdî dê bicive.
Endama lijneya yasayî li Parlamentoya Kurdistanê Robîne Oymilk ji medya Kurdistanê re ragehand, xwendina yekem a proje yasayê hatiye kirin û biryare vê heftiyê xwandina duyem jî bê kirin û xwendina sêyem ango rûniştina sêyem de bê pejirandin.
Robîne Oymilk amaje bi wê yeke jî kir ku hemû rêkarên yasayî yên pejirandina projeyê hatine temam kirin. Li gor zanyariyên berdest parlamentoya Kurdistanê roja pêncşemê û şemiyê dê civîna awarte pêk bîne û proje yasayê bipejirîne.
‘LI GORÎ PROJEYASAYÊ 3YÊ TEBAXÊ WEKE ROJA KOMKUJIYA KURDÊN ÊZDÎ TÊ DIYARKIRIN’
Tê pêşbînîkirin ku di projeyasayê de 3yê Tebaxê bibe roja komkujiya kurdên êzdî ku di 3yê Tebaxa 2014ê çekdarên DAIŞê êrîşî bajarê Şingalê kiribûn û hejmarek mezin ji kurdên êzdî kuştibûn û jin û zarok jî revandibûn.
Herwaha ji bilî wê jî ew kurdên êzdî yên di êrîşa rêxistina terorîst a DAIŞê de jiyana xwe ji dest dan jî, wek şehîd maf û îmtiyazên şehîdan ji kesûkarên wan re bê dayîn e.
PROJEYASA JI ALIYÊ FRAKSIYONA PDKê VE HATIYE AMADEKIRIN
Hêjayî gotinê ye ku proje yasa ji aliyê fraksiyona PDKê ve li parlamentoya Kurdistanê hatiye amadekirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin