Parlamentoya Iraqê sibê dicive

28 hezîran 2021 16:29
Parlamentoya Iraqê sibê dicive

PeyamaKurd – Parlamentoya Iraqê, piştî amadenebûna rêjeya yasayî biryar da sibê Sêşemê civîna xwe li dar bixe.

Biryar e Parlamentoya Iraqê sibê roja Sêşemê 29.06.2021ê, piştî nîvro saet 01:00ê bicive.

Herwiha biryar bû di roja 22.06.2021ê Parlamentoya Iraqê bicive, lêbelê ji ber neamadebûna rêjeya yasayî, ew civîna Parlamentoyê hat paşxistin.

Herwiha Serokê Kutleya Beyarîqulxeyr Mehmed Xalîdî diyar kir, Parlamento wê roja 10.07.2021ê biryara hilweşandina xwe bide. Lêbelê ji niha de Parlementoyê biryara hilweşandina xwe daye.

Mihemed Xalîdî amaje bi wê yekê jî dike ku ji ber bangeşeya hilbijartinan, Parlamenter beşdarî civînên Parlamentoyê nabin.