Parlamenterê Tirkiyeyê: Tirsa nirxên miletekî kêşeya vî welatî ye
Parlamenterê Serbixwe yê li Parlamentoya Tirkiyeyê Mustafa Yeneroglu li ser destwerdana polêsan a li hemberî vekirina ala Senegal a ku ji hêla fitbolîstê Amedsporê Mbaye Diagne ve dihat bilindkirin bertek nîşan da û got: "Rengên Kurdan bûbûya jî ev refleksa hat nîşandan ma diguherî?
RûpelNews - Mbaye Diagne yê Senegalî di Amedsporê de dileyie piştî ku tîma wî li Îdirê şampiyoniya xwe ragihand derbasî Super Lîgê bû xwest ku ala welatê xwe veke û kêfxweşiya xwe nîşan bide. Lê gelek polêsên Tirk dora wî girtin û mudaxale li Diagne kirin ku ala destê wî ku rengên kesk û sor û zer heye veneke û bilind neke.
Li ser vê midaxaleyê di navbera polês û fitbolîstan da rakeşiyeke rû da. Mijara ku li Tirkiyeyê gelek deng veda bû sedema bertekan.
Yek ji kesên ku bertek nîşanî bûyerê da Mustafa Yeneroglu yê Parlamenterê Serbiwe yê Stenbolê ye.
Yeneroglu di hisaba xwe ya medyaya civakî de destwerdana polêsan li hemberî alayekî şermezar kir û destewerdana polêsan wek kêşeyeke sereke ya ewlehiya vî welatî nîşan da û wiha got:
"Em hemû dizanin ku ev refleks—ku nikare heta alayekê jî rast nas bike—nîşana pirsgirêkeke kûrtir li Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê, gotina 'Bi rastî, ew ala Senegalê bû' pirsgirêkê safî nake; berevajî, pirsgirêka rastîn vedişêre. Nexwe, heke reng rengên Kurdan bûna dê çi biguheriya? Nêrîneke ku ji reng, ziman û sembola bi milyonan welatiyên vî welatî ditirse divê wekî pirsgirêka me ya rastîn bê dîtin; bi rastî, ev pirsgirêka me ya ewlehiyê ya eslî ye."
Yeneroglu bal kişand ser refleks û helwesta dewletê û wiha got:
"Ev tişt e ku alîgiriya nêrînên cudakariyê dike. Û berpirsiyariya me ya sereke ew e ku em dewletê wekî welatê hemû welatiyan bihesibînin; hemû reng û cudahiyan wekî wekhev bibînin. Têgihiştineke demokratîk a piralî ya dewletê mifteya çareserkirina van pirsgirêkan e. Hewldanên ji bo ferzkirina yekrengiyê bêencam in; ew li dijî cewhera demokrasiyê ne û sedema bingehîn a van pirsgirêkan in."
