Parlamena welatekî Ewropî ambargo danî ser Rûsyayê

11 berfanbar 2018 17:53
Parlamena welatekî Ewropî ambargo danî ser Rûsyayê

PeyamaKurd - Piştî krîza ku Rûsyayê li Kendava Kerçê destûr neda keştiyên deryavaniya Ûkraynayê û hejmarek leşkerên wan destgîr kir, li ser banga Serokê Ûkraynayê Petro Poroşenko Parlamentoya Lîtvanyayê civiya.

Parlamentoya Lîtvanyayê çend dorpêç li ser Rûsyayê sepandin ku yek ji wan dê di transfera pereyan de astengî bo bankên Rûsyayê bê derxistin û herwiha daxwaza ku fişara gaz û petrolê li Rûsyayê bikin ji hemû hevpeymanan hat xwestin.