Parlamena Kurdistanê dema xebatê 15 rojan dirêj kir
30 hezîran 2019 16:30
PeyamaKurd - Parlemantoya Kurdistanê di civîna îro de biryar wergirt ku dema xebatê ya werza biharê 15 rojan dirêj bike.
Li gor zanyariyan dirêjkirina dema biharê ya Parlemantoya Kurdistanê, pêwendiya wê bi pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye ku hîn guftûgoyên aliyên siyasî bo pêkanîna wê berdewam e.
Serokwezîrê bo hikûmeta nû erkdarkirî Mesrûr Barzanî roja 12ê Hezîranê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve bi pêkanîna kabîneya nehem hat raspardin û li gor Fermana Herêmî jî 30 roj li pêş Mesrûr Barzanî ye da ku kabîneya xwe ya hikûmetê pêk bîne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Parlamena Kurdistanê 2yê Îlonê dest bi xebatên yasayî dike
31 tbx 2020
Jiyan
Dema xebatê ya Parlamentoya Iraqê 30 rojan hate dirêjkirin
10 gln 2024
Kurdistan
Sûdanî: Tirkiye ji bo Petrola Kurdistanê rojane cezayê pere li Iraqê dibire
05 brf 2024
Teknoloji

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin