Parêzgariya Mêrsînê, konserta Mem Ararat qedexe kir

27 îlon 2022 19:30
Parêzgariya Mêrsînê, konserta Mem Ararat qedexe kir

PeyamaKurd- Hunermendê Kurd Mem Ararat, bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku konserta wî ya li Mêrsînê, ji aliyê Parêzgariya Mêrsînê ve hatiye qedexekirin.

Mem Ararat, bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku konserta wî ya ku dê îro (27.09.2022) li Mêrsînê bihata dayîn, ji aliyê parêzgariyê ve hatiye qedexekirin. Ararat, li ser rewşê hûrgilî parve kirin û got,

“Wekî tê zanîn, di 27ê Îlonê de li Mêrsînê dê konserta me hebûya. Ji bo konsertê hemû hemû bilêt hatibûn firotin, ji bo muzîkjenan hemû rezervasyonên otêl û balafirê hatibûn kirin û hinek hevalên me yê muzîkjen gihîştibûn Mersênê jî. Em jî 26ê Îlonê, ango duh danê sibehê ber bi Mêrsînê ve bi rê ketin. Piştî nîvrojê beriya ku em bigîhîjin Mêrsînê, hevalên me yên berpirsiyar nûçeya qedexekirina konserta Mêrsînê ragihandin me.

Heta belgeya fermî negihîşt ber destên me, me nexwest em vê agahiyê parve bikin. Lê îro belgeya fermî jî gihîşt ber destên me. Mixabin konserta me, ji aliyê Parêzgariya Mêrsînê ve hat betalkirin. Em ji bo raya giştî, bi rêzdarî radigihînin.”