Parêzgariya Bedlîsê qedexeya 15 rojan rakir!
PeyamaKurd — Parêzgariya Bedlîsê ragihand ku qedexeya 15 rojan a li ser civîn û xwepêşandan, civînên li hundir û derve û çalakiyên protestoyî hat rakirin.
Di daxuyaniya Parêzgariyê de hat diyarkirin ku biryara qedexeya 15 rojan a ku di 3yê Nîsanê de hatibû dayîn ji îro pê ve hatiye betalkirin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin destnîşankirin:
"Ji bo pêşîgirtina li kiryar û êrîşên têkildarî bûyer û geşedanên ku di rojeva welêt de cih digirin, ji bo ewlekariya can û malê welatiyên me, ji holê rakirina planên rêxistinên terorê, di vê çarçoveyê de ji bo ewlekariya neteweyî, parastina nîzama giştî û tenduristiya giştî, ji bo pêşîlêgirtina tawanan, ji bo parastina maf û azadiyên bingehîn. Biryara qedexeya ku di nav sînorên Bedlîsê de ji bo 15 rojan hatibû girtin, ji 3ê Nîsanê saet 00.01 heta 17ê Nîsanê saet 23.59an hat betalkirin."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin