Parêzgariya Mêrdînê sanoya bi Kurdî betal kir

06 berfanbar 2021 15:40
Parêzgariya Mêrdînê sanoya bi Kurdî betal kir

PeyamaKurd – Parêzgariya Mêrdînê, şanoya bi navê Tartuffe ya bi Kurdî bê nîşandan, betal kir.

Biryar bû do roja Yekşemê 05.12.2021ê li Mêrdînê li Otela Yay Grand, şanoya Tartuffe ya Şanoya Bajêr a Diyarbekirê bihata nîşandan.

Parêzgariya Mêrdînê, bi hinceta qedexeya meş û civînan a 15 rojan carekê tê dirêjkirin, rê neda şano bê nîşandan.

Şanoya Bajêr a Diyarbekirê diyar kir: “Ji ber belgeya destûra çalakiyê nedane me, lîstika me ya Tartuffe ya wê li Mêrdînê bihata nîşandan, ji ber sedemên ne bi destê me hat betalkirin.”

Lîstika komedî ya Tartuffe ya 70 deqîqeyî ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Diyarbekirê ve bi derhêneriya Ruknettin Gun tê lîstin, mijara wê jî li ser sextekariya di bin navê olê de ye.

Di lîstikê de Yavuz Akkuzu, Ozcan Ateş, Elvan Koçer, Berfîn Veteran, Hamdusena Ozbey, Şahperî Alphan, Dijle Guneş Yavuz, Mahmut Kosem, Ozkan Şeker dilîzin.