Li Mêrdînê Akademiya Kurdîxane vebû

21 cotmeh 2024 01:34
Li Mêrdînê Akademiya Kurdîxane vebû

PeyamaKurd – Akademiya Kurdîxane ya ku wê li ser înternetê perwerdehiya bi kurdî bide, ev demeke dirêj e li Mêrdînê hatiye vekirin.

Wekîlê Batmanê yê HUDA PARê Serkan Ramanli, nûnerên gelek saziyên sivîl, perwerdekar û nivîskarên di warê kurdî de wezîfedar in û herwiha gelek welatî beşdarî merasîma vekirina Kurdîxane bûn.

Rayedarên akademiyê ji Amîda News re diyar kirin ku ji bo pêşxistina zimanê Kurdî maleke nû vekirine û wiha got: “Armanca me ew e ku di warê Kurdî de bi awayekî rêkûpêk xizmetê bidin. Em hêvî dikin ku ev akademî bibe yek ji navendên pirtûk û dersên Kurdî. Em ê li dijî asîmîlasyona ku kurdî pê re rû bi rû ye wek dibistaneke înternetê xizmetê bikin.”

Li Akademiya Kurdîxane ji bilî zimanê Kurdî wê bi zimanên Almanî, Îspanî, Fransî, Erebî û Suryanî jî kurs bên dayîn.