Parêzgarê Hewlêrê serdana melbenda YNKê li Hewlêrê kir
PeyamaKurd - Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî ragihand, qedexeya derketina derve nehatiye dirêjkirin lê ew amadekariyan dikin hinek tedbîrên din li hember koronayê rageiînin.
Li gorî fermana Wezareta Navxwe ya Kurdistanê, nîvê şeva borî qedexeya derketina derve, ya ku ji ber vîrusa koronayê bo dema sê rojên cejna Remezanê hatibû ragihandin, bi dawî bû.
Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî îro, piştî ku serdana melbenda (navend) YNKê li Hewlêrê kir, li ser dirêjkirin yan jî rakirina qedexeyê ragihand, helbet qedexe xilas bûye lê em dixwazin hinek asankariyan bikin bo welatiyan. Bila welatî hem xwe biparêzin hem jî karên xwe bikin.
Firset Sofî her wiha got, wezareta navxwe û wezareta tenduristiyê dê çend saetên din hinek biryarên nû bidin. Çimkî ev çend roj in hejmara haletên tûşbûna koronayê li Kurdistanê zêde bûye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin