Parêzgarê Duhokê: Em ê neçar bimînin qedexeyê ragihînin!
PeyamaKurd - Parêzgerê Duhokê Dr. Elî Teter li ser rewşa dawî ya Duhokê ku rojane zêdetirî hezar pêketiyên nû yên Covid-19 têne tomarkirin got: “Eger xelk bi rênimayan pabend nebe û rêjeya pêketinê her berdewam di zêdebûnê de be em dê naçar bin karantîna û qedexeyê ragihînin. Roja sêşema bê civîneke me ya din heye û dê rewş li berçav bê derbas kirin û eger rêje her bilind be dibe ku qedexe bê ragihandin.”
Parêzgerê Duhokê Dr. Elî Teter, îro Çarşemê di civîneke rojnamevanî de ragihand: “Îro me wek odeya tekoşîna hember vîrusa koronayê li parêzgeha Duhokê civînek pêk anî û em teqez dikin ku hemû biryarên hikûmeta herêma Kurdistanê bê dudilî dê bên bicihanîn. Armanca hikûmetê parastina canê xelkê me ye û daxwazê ji hemû aliyên siyasî dikin civîn û kombûnan pêk neyînin û di heman demê de daxwazê em ji xelkê jî dikin hemû cure tazîye û çûna goristan û encamdana dawet û şahiyan hemû qedexe ne û ji xelkê xoşdivî em daxwazê dikin li gel me alîkar bin. Herwiha em daxwazê ji wan kesên serdana Duhokê dikin, pêbend bin bi rênimayiyan û maske girê bidin û divê hemû kes pabend be û hêvîdarim cihên bazirganiyê jî alîkar bin.”
Teter got: “Hemû saziyên hikûmetê dê pabend bin bi rênimayiyan û hêvîdarin xelk jî alîkar be. Heman demê de saziyên ragihandinê jî divê roleke baş bilîzin di şiyarkirina xelkê de û alîkariya hikûmeta herêma Kurdistanê bikin. Bicîianîna wan rênimayiyan berpirsyartiyeke giştî ye û dema em pabend bin bi rênimayiyan em dê xizmeta welatê xwe jî bikin û bi girêdana maskeyan berevaniyê em li welatê xwe jî dikin.”
Dr. Elî Teter di dewamê de wiha axivî: “Iraq gihîştiye xeta sor û herêma Kurdistanê jî ber bi wê xeta metirsîdar ve diçe û karesateke mezin li hember me ye. Heger em pabend nebin dê karesateke mezin li ser de bê. Eger xelk pabend nebe û rêjeya pêketinê her berdewam di zêdebûnê de be em dê naçar bin karantîna û qedexeyê ragihînin. Roja sêşema bê civîneke me ya din heye û dê rewş li berçav bê derbas kirin û eger rêje her bilind be dibe ku qedexe bê ragehandin. Ji ber bo hikûmeta herêma Kurdistanê canê xelkê ji dewlemendiyê girîngtir e û em dixwazin xelk alîkar be ku qedexe û karantîna nêzîkî me hemûyan nebe.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin