HDP: Em neçar bimînin em ê qet nekevin hilbijartinê!
PeyamaKurd – Ji hilbijartinên parlamento û seroktiyê yên Tirkiyê re ku di sala 2023yan de biryare bên kirin re salek maye û ji niha ve partiyên siyasî dest bi xebatên xwe kirine.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku piranî dengên Kurdan distîne, bi dozeke girtinê re rûbirû ye û îhtimal heye beriya hilbijartinan were girtin jî.
Rojnamevanê Tirk Bariş Pehlîvan li ser fişarên ser HDPê û doza girtinê û senaryoya HDPê bo hilbijartinê bi berpirsekî payebilind ê HDPê re axiviye ku navê wî eşkere nekeriye.
Wî berpirsê HDPê ji Pehlîvan re li ser îhtimala girtina HDPê gotiye, “Heger em êdî nikaribin nefesê bistînin, pêwîst bike emê qet nekevin hilbijartinan”
Pehlîvan dibêje, wî berpirsê HDPê daye xuyakirin ku senaryoya herî dawî jî li ser maseya wan e û wan windakirina 5 salan daye ber çavê xwe ku ew jî boykotkirina hilbijartinê ye û gotiye: “Encex wiha Tirkiye ji tarîtiyê were rizgarkirin.”
Herwiha berpirsê HDPê gotiye, girtina HDPê bi AKPê nade qezenckirin, lewra piraniya hilbijêrên mihafezekar ên Kurd jê dûr ketine ku heger HDP bê girtin wê AKP hilbijêrên mayî yên Kurd jî ji dest bide.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin