Parêzerê Selahedîn Demîrtaş dîsa hat cezakirin
Ramazan Demîr ê ku parêzerê siyasetmedarê kurd Selahedîn Demîrtaş ê ku nêzîkî 10 salan e li Edîrneyê zindanî kiriye dîsa hat cezakirin. Dadgehê 7 meh û 15 roj sizayê girtîgehê li Demîr birî.
RûpelNews - Li 27emîn Dadgeh Sizayê Giran ya Stenbolê, derbarê Ramazan Demîr ê ku parêzerê siyasetmedarê kurd Selahedîn Demîrtaş e rûniştina dozê birêve çû. Dadgehê, ji ber parvekirinên wî yên li ser medyaya civakî yên di salên 2013 û 2015an de Remezan Demîr bi 7 meh û 15 rojan sizayê girtîgehê siza kir.
Di dozê de dadgehê Demîr, li gorî xala 301 a Qanûna Cezayê Tirk bi sûcê ‘reşkirina Netewa Tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê û sazî û rêxistinên dewletê’ siza kir. Hat ragihandin ku parvekirinên ku bûn sedema dozê, di serdema qedexeya derketina derve de ango ‘şerê xendekan’ yê 2015an de li ser binpêkirinên mafên mirovan bûn.
Demîr, biryara dadgehê red dike
Demîr, derbarê sizakirina xwe de ji Îlke Tvyê re axivî û got, ‘ev doz nêzîkî 10 salan e didome. Em ê li dijî biryarê serî li dadgeha bilind bidin.’ Her dîsa, parêzer Demîr, ji îdîayên ku ew ‘endamê rêxistina çekdar’ e û ‘ bangeşiya rêxistinê’ kiriye bi 11 sal û 3 mehan hatibû sizakirin.
