Parêzerê Balyozxaneya Almanyayê bi hinceta sîxurtiyê li Enqerê hat desteserkirin
PeyamaKurd - Hêzên ewlehiyê yê Tirkiyê Parêzerê Balyozxaneya Almanya ya li Enqerê desteser kirin.
Kovara 'Der Spiegel'a Almanî aşkere kir, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê Parêzerê Balyozxaneya Almanya ya li Enqerê bi hinceta sîxurtiyê desteser kiriye.
Parêzerê Balyozxaneya Almanyayê, karûbarên daxwaza penabertiyê ya 50 kesan ku beşeke mezin ji wan Kurd û endamên FETOyê ne bi rê ve dibir. Almanya xema wê yekê dixwe ku zanyariyên hestyar ên di derbarê 50 kesên daxwaza penabertiyê kirine, bikevin destê Dezgeha Îstîxbarata Tirkiyê (MÎT).
'Der Spiegel' amaje bi wê kir, ew parêzer ji meha Îlonê ve hatiye desteserkirin û Wezareta Derve ya Almanya dibêje sedema desteserkirina wî ne zelal e û daxwaza azadkirina wî parêzerî dike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin