Karsaz Osman Kavala niha jî bi hinceta ‘sîxurtiyê’ hat girtin
PeyamaKurd –Serdozgerîya Komarî ya Stenbolê derbarê karsaz Osman Kavala de bi hinceta ‘hewildana tunekirina pergala yasayî’ biryara girtinê wî da.
Osman Kavala, bi daxwaza girtinê ji bo 10emîn Dadgeha Sulh Cezayê Giran a Stenbolê hat şandin. Kavala bi Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû û piştî ku îfadeya xwe da, wekî “sîxûr” hat tawanbarkirin û biryara girtina wî hat dayîn.
Karsaz Kavala ji ber peywendiyên xwe yên bi xebatkarê kar û barên derve yê Amerîkayê û pisporê tekilîyên navnetewî yê Zanîngeha Leigheyê Prof. Henri Barkey, niha jî bi sîxurtîyê hat tawanbarkirin.
Biryara girtina Osman Kavala, rojek beriya ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) biryarê bide û bibêje mafên wî hatine binpêkirin bi rojekê hat dayîn.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku DMMEyê derbarê girtina Kavala de, di 10ê Berfanbara 2019an da biryara binpêkirina mafan dabû. Kavala di 1ê Mijdara 2017an da hatibû girtin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin