Palûdanê ku Qurana pîroz sewitand wiha axivî: Ez ditirsim!

23 rêbendan 2023 17:43
Palûdanê ku Qurana pîroz sewitand wiha axivî: Ez ditirsim!

PeyamaKurd – Rasmus Paludan ê ku Quran’a Pîroz a li nêzî sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li Swêdê şewitand û rastî bertekan hat ji çapemeniya Swêdê re axivî.

Paludan got, "Piştî ku min çalakiya şewitandina pirtûkê kir, min got, 'baş e, ev bû, lê wek difikirîm derneket."

Li ser pirsa “tu poşman î” bersiv da, “Na, min ev yek kir ji ber ku sedemên min ên siyasî hebûn. Dema min dît ku gelek kes dixwazin min bikujin, ez xemgîn bûm.”

Gefên cidî tên

Paludan ku beriya niha jî çalakiyên bi vî rengî pêk anîbû got, “Li gorî berê niha gef zêdetir bûne. Tişta ku ez niha tê de derbas dibim ne mîna ya berê ye. Gefên girantir tên. Li ser medyaya civakî di deqeyekê de 20 peyam hene û 5 jê gef in."

Dema ku rojnameger jê pirsî, “Tu ditirsî?” Paludan wiha bersiv da: “Belê, ez ditirsim ji ber ku hin kesan gotine wê min bikujin. Ew dibêjin wê çi li min bikin. Tu pêwendiya vê kiryarê bi endamtiya Swêdê ya NATOyê re tune.”