Pakistanê êrîşî Efxanistanê kir

24 îlon 2026 12:43

Hikûmeta Îslamabadê îdia dike ku hedef cihên ku ji bo êrîşên bi dronan li dijî Pakistanê dihatin bikaranîn bûn, lê hikûmeta efxanî ragihand ku di van êrîşan de çar sivîl hatine kuştin.

Pakistanê êrîşî Efxanistanê kir

RûpelNews - Tansiyonên di navbera Pakistan û Efxanistanê de, ku di demên dawî de zêde dibûn, piştî êrîşeke nû ya leşkerî gurtir bûn.

Wezîrê Agahdariyê yê Pakistanê, Attaullah Tarar, ragihand ku artêşa Pakistanê li 10 cihan di nav axa Efxanistanê de êrîşên hewayî û yên bi dronan pêk anîne.

Tarar îdia kir ku cihên hatine hedefgirtin ji bo depokirin û avêtina firokeyên bêmirov ên ku ber bi Pakistanê ve hatine arastekirin, dihatin bikaranîn.

Li gorî hikûmeta Pakistanê, di 23ê Îlonê de, dronên ku ji axa Efxanistanê hatibûn avêtin, ji aliyê sîstemên parastina hewayî yên Pakistanê ve hatin tespîtkirin û berî ku bigihîjin hedefên xwe hatin bêbandor kirin. Îslamabadê piştre ragihand ku li Efxanistanê hedef di bin 'mafa parastina xwe' de hatine lêdan.

Efxanistan: Çar sivîl hatin kuştin

Zabihullah Mujahid, berdevkê rêveberiya Talîbanê li Efxanistanê, diyar kir ku êrîşên Pakistanê parêzgehên Qendehar, Paktîa û Hostê kirine hedef.

Mujahid destnîşan kir ku di êrîşan de çar sivîlan jiyana xwe ji dest daye û got ku Pakistan dê bi "bersiveke guncaw" re rû bi rû bimîne.

Lêbelê, rêveberiya Efxanistanê îdiaya Pakistanê ya ku rojek berê kiribû ku êrîşên bi dronan ji axa wê bi xwe hatine kirin, red kir.

Tansiyon di navbera her du welatan de zêde dibe

Pakistan îdîa dike ku rêveberiya Talîbanê ya li Efxanistanê stargehê dide komên çekdar, bi taybetî Talîbanê Pakistanî (TTP), yên ku êrîşan li dijî Pakistanê pêk tînin. Rêveberiya Kabulê van îdiayan red dike û dibêje ku pirsgirêkên ewlehiyê yên li Pakistanê meseleyeke navxweyî ya Îslamabadê ne.

Êrîşên herî dawî piştî pevçûnên ser sînor ên di navbera her du welatan de di hefteyên dawî de pêk hatin. Hewldanên navbeynkariyê yên Tirkiye, Çîn, Qeter û Erebistana Siûdî ji bo kêmkirina aloziya di navbera aliyan de jî berdewam dikin.