Pakîstan: Metna peymana Amerîka û Îranê amade ye
Serokwezîrê Pakîstanê Şahbaz Şerîf destnîşan kir ku metna dawî ya peymana di navbera Amerîka û Îranê de hat temamkirin û got: "Aştî qet ewqas nêzîk nebûye."
RûpelNews - Serokwezîrê Pakîstanê Şahbaz Şerîf derbarê pêvajoya danûstandinên di navbera Ameerîka û Îranê de daxuyaniyekê da.
Şerîf di parvekirineke li ser hesaba xwe ya medyaya civakî de diyar kir ku metna peymana aştiyê ya ku dihate payîn ji aliyê Tahran û Washingtonê ve were îmzekirin hatiye temamkirin û wiha got:
"Digel ku hewldanên navbeynkariyê yên xurt ên Pakîstanê berdewam dikin, em ji kampanyaya dezenformasyonê ya bêrawestan a ku ji aliyê kesên ku hewl didin peymana aştiyê têk bibin ve tê meşandin, agahdar in. Ji bilî vê yekê, em dikarin piştrast bikin ku metna dawî ya lihevkirî ya peymana aştiyê hatiye temamkirin."
Şerîf tekez kir ku Pakîstan dê ji bo zelalkirina gavên pêşerojê bi her du aliyan re ji nêz ve xebata xwe bidomîne û lê zêde kir: "Aştî tu carî bi qasî niha nêzîk nebûye."
