Pêsmerge û hevpeymanan hemahengiya reforman dikin

29 tîrmeh 2024 14:37
Pêsmerge û hevpeymanan hemahengiya reforman dikin

PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge û hêzên hevpeyman ji bo birêxistinkirina hêzan û çaksaziya Wezareta Pêşmerge kar dikin.

Di daxuyaniya wezaretê de hat diyarkirin ku Serokê Giştî yê Hêzên Pêşmerge Tûggeneral Îsa Uzeyr û Albay Gavîn Rice ji Ofîsa Kordînasyona Asayîşê ya Serbalyozxaneya Amerîkayê hevdîtinek pêk anîne.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de têkiliyên di navbera Wezareta Pêşmerge, tîma şêwirmendiya leşkerî ya Amerîkayê û hêzên hevpeymaniya navdewletî de hatine gotûbêjkirin.

Hat ragihandin ku di civînê de tekezî li ser hemahengiya berdewam hat kirin, behsa pêngavên Wezareta Pêşmerge ya ji bo berdewamkirina hewlên xwe yên ji bo çaksazkirin û birêxistinkirina hêzan di beşan de hat kirin.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de tekezî li ser berdewamiya alîkariyên hevpeymanan bi taybet alîkariya tîma şêwirmendiya leşkerî ya Amerîkayê bo Hêzên Pêşmerge hat kirin.