Pêsmerge nêzî artêseke yekxistî bûye: ‘Gavên pir bas hatin avêtin’
PeyamaKurd - Şêwirmendê Leşkerî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Babekir Zêbarî ji malpera fermî ya PDKê re ragihand, proseya yekxistina hêzên Pêşmerge gelek baş birêve diçe û kar ji bo avakirina 2 beşên din ên Hêzên Pêşmerge tê kirin.
Li Duhokê beşeke din a Pêşmerge tê avakirin
Zêbarî da zanîn: “Karê yekxistina hêzên Pêşmerge bi awaayekî pir baş û bê astengî bi rêve diçe û niha kar li ser çêkirina beşekê tê kirin, di dema borî de 2 beş hatin çêkirin, niha jî kar li ser beşa sê tê kirin û karekî gelek baş tê de hatiye kirin û di qonaxa dawiyê de ye û li parêzgeha Dohukê tê çêkirin.”
Beşa çarem li Silêmaniyê tê avakirin
Şêwirmendê leşkerî yê Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir: “Her beşek çar lîway e û her lîwayek jî sê fewce û her fewcek çar fesîle ye, bi vî awayî ava dibe. Biryar e beşa çarem jî li parêzgeha Silêmaniyê bê ava kirin.”
Ji bo artêşeke yekxistî gavên gelek baş hatine avêtin
Babekir Zêbarî got, “Gavên gelek baş ji bo hebûna artêşeke rêkxistî hatine avêtin. Pêdaçûn li ser hêzan tê kirin û her kêmasiyek hebe dê were çareserkirin. Ev gaveke gelek girînge û Hikûmeta Herêma Kurdistanê pir cidî ji bo yekkirina hemû hêzên Pêşmerge û hevpeyman jî hevkarên serekene di rêxistina hêzên Pêşmerge de."
‘Pêvajo pir baş dimeşe’
Zêbarî derbarê rewşa dawî ya yekxistina hêzên Pêşmerge de wiha axivî:
“Pêvajo pir baş dimeşe û biryar e 11 beş bên avakirin, lê dem pêwîste û bi qonax ve dê were cîbicîkirin, lewma emê di nav du sê salan de kar bi dawî bikin, ji ber ku prose pir bi hûrî birêve diçe, ji bo ku ti astengiyek nebe, dixwazin bi rengekî prose bê temam kirin li ti cihekî bi taybet li çeperan de valatî ava nebin heta ku dawî lê bê.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin