Ozgur Ozel wek Serokê Koma CHP hat hilbijartin

23 gulan 2026 13:37

Parlamenterên CHPê di civîneke girtî ya koma partiyê de li ser hilbijartina Ozgur Ozel wek Serokê Koma CHPê deng dan. Hat ragihandin di dengdanê de Ozgur Ozel bi 99 dengan wek serokê Koma CHPê hate hilbijartin.

Ozgur Ozel wek Serokê Koma CHP hat hilbijartin

RûpelNews - Serokê CHPê Ozgur Ozel li Enqereyê li navenda giştî ya partiyê bi parlamenteran re hevdîtin kir. 

Di civînê de hin parlamenterên nêzîkî Kemal Kılıçdaroglu an jî yên dijberî serokatiya Ozgur Ozel jî beşdarî civînê bûn. Salonê Komîteya Rêveber a Navendî hema hema tijî bû.

Di civîna koma CHPê ya li pişt deriyên girtî de, Ozgur Ozel namzediya xwe ji bo Serokatiya Koma CHP'ê ragihand. Di hilbijartina ku di dema civînê de hat lidarxistin de, Rêberê CHPê Ozel wek Serokê Koma CHP'ê hat hilbijartin. Hat ragihandin ku 99 kesan beşdarî civînê bûn, lê 10 kesan jî bi agahdarkirina pêşwext beşdarî dengdanê nebûn. Ozel bi 99 dengan wek Serokê Koma CHPê hate hilbijartin.

Endamên CHPê diyar kirin ku bi vê dengdan û bi vê posta nû Ozel, "baweriya koma parlamenteriyê nû kir."