Ozgur Ozel: CHP piştgiriya pêvajoyê dike

19 gulan 2026 17:38

Serokê CHPê Ozgur Ozel derbarê pêvajoya aştiyê de got: "CHP piştgiriyê dide pêvajoyê û ev piştgirî ne ji ber sedemên taktîkî an hesabên hilbijartinê ye, ev piştgirî ji bo xatirê vîzyoneke demokratîk a berfirehtir e."

Ozgur Ozel: CHP piştgiriya pêvajoyê dike

RûpelNews - Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel ji bo kovara Brîtanî The Economist gotarek nivîsand.

Ozel pêvajoya ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin nirxand.

Serokê CHPê diyar kir ku ew di prensîbê de piştgiriya pêvajoyê dikin û ku aşti û demokrasî ji hev cuda nabin, wiha got:

"Pirsgirêka Kurd Tirkiyeyê hê bêtir bêhempa dike. Îro, di navbera hikûmet û PKKê de pêvajoyeke nû ya aştiyê heye. CHP piştgiriya vê pêvajoyê ne ji ber sedemên taktîkî an hilbijartinê dike, lê wekî beşek ji vîzyoneke demokratîk a berfirehtir piştgiriya proseyê dike. Aştî û demokrasî ji hev cuda nebin. Ev perspektîf, piralî, temsiliyet, hemwelatî û pêkvejiyan hemû ji bo pêşerojeke aştiyane li Rojhilata Navîn xwedî girîngiyek e."