Îdia: Ozgur Ozel 'Partiya Îstîklal’ê ava dike

05 hezîran 2026 14:27

Tê îdiakirin ku Serokê Koma CHPê Ozgur Ozel û Şaredarê Bajarê Mezin yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ku ji kar hatiye durxistin û zindanîkiriye li ser damezrandina partiyeke nû amadekariyan dikin û navê wê partiyê jî wekî “Partiya Îstîklalê” hatiye amadekirin. 

Îdia: Ozgur Ozel 'Partiya Îstîklal’ê ava dike

RûpelNews - Nakokiyên serokatiyê yên berdewam û dozên yasayî di nav Partiya Gel a Komarî (CHP) de derdorên siyasî xistiy nava lîv û tevgerekê de. Li gorî agahiyên ku ji aliyê rojnavemvan Saygi Ozturk di rojnameya Sozcuyê de nivîsandine, rêya danûstandinê ya di navbera tîmên Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Serokê Koma CHPê Ogur Ozel de, vekiriye û hevdîtin têne kirin.  

Dibe ku parlementerên nêzîkî Ozel derbasî partiyeke din jî bibin

Di derdorên siyasî de tê gotûbêjkirin ku navê partiya nû ya ku dê ji nû ve were damezrandin, dê bibe "Partiya Îstîklal"ê. Lêbelê, wekî planeke alternatîf ji bo kêmkirina rîskan, vebijarka wergirtina yek ji 41 partiyên heyî yên xwedî bingeheke dengdêran a biçûk—ku mafê wan ê beşdarbûna hilbijartinan ji aliyê Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) ve hatiye pejirandin—û guhertina navê wê, jî li ser masê ye.

Tê ragihandin ku serokatiya CHPê ya baskê muxalîf van gavan ne ji bo terikandina partiyê, lê belê ji bo çêkirina "plana nû" li dijî egera her astengiyeke yasayî diavêje.