Otobêsa rêwîyan qelibî: 4 mirî û 15 brîndar hene

03 gulan 2026 21:16

Li Meletiyê otobêsa rêwiyan qelibî şerampolê, li gor zanyariyên pêşî , 4 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn

Otobêsa rêwîyan qelibî: 4 mirî û 15 brîndar hene

RûpelNews - Li Doganşehîra navçeya Meletiyê otobêsa rêwiyan qelibî şerampolê, li gor agahiyên pêşiyê 4 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê (AA), otobêsa rêwiyan a Muş Yolu Turîzmê ya ku plaqeya wê 34 FB 5349 û nasnameya şofêrê wê hê nehatiye diyarkirin, li Taxa Polatdereyê ya li ser rêya Meletî-Adiyemanê qelibî şerampolê.

Li ser cawdayînê polês, cendirme û tîmên agirkuj û tenduristiyê çûn cihê rûdawê.