Opozîsyona Tirkiyeyê bername û nexserêya xwe ya hikûmetê eskere kir
PeyamaKurd – Opozîsyona Tirkiyeyê ya Tifaqa Milet ku ji 6 partiyan pêk tê, piştî civînên zêdetirî salekê, beriya hilbijartinên 2023yan bername û nexşerêya xwe ya bo hikûmetê îro 30yê Çileyê 2023yan eşkere kir. Di nexşerêya partiyên sereke yên opozîsyonê de, behsa çareserkirina pirsa Kurd û Kurdî nayê kirin.
Partiyên opozisyona Tirkiyeyê yên CHP, ÎYÎ Partî, DEVA, Partiya Pêşerojê, Partiya Seadet û Partiya Demokrat ku wekî Maseya 6 Partiyan jî têne naskirin îro Duşemê, “Bernameya Lihevkirina Polîtîkayên Hevbeş” ji bo hilbijartinê eşkere kirin ku dixwazin sîstema serokomariyê ji nû ve vegerînin sîstema parlamentariyê.
Bernameya lihevkirinê ya opozîsyona Tirkiyeyê ji 9 serenavên bingehîn, 2 hezar û 300 xal, 244 rûpel û 75 jêrsernav pêk tê ku tê de behsa mafên Kurd û Elewiyan nehatiye kirin.
Di metna hevbeş de, polîtîkayên opozîsyonê bi sernavên wek; "Hiqûq, Edalet û Dadwerî", "Rêveberiya Giştî", "Têkoşîna li dijî gendeliyê, şefafiyet û kontrol", "Aborî, darayî û kar", "Zanist, lêkolîn, nûjenî, karsazî û veguherîna dîjîtal", "Polîtîkayên sektorê" , "Perwerde û Hînkirin", "Polîtîkayên Civakî", "Polîtîkayên Derve" û "Parastin, Ewlekarî û Koçberî" hatine rêzkirin.
Di nexşerêya opozîsyonê de, li ser zimanê dayikê û perwerdeya bi zimanê dayikê di beşa çandê de wiha hatiye gotin: “Emê Qanûna Berhemên Rewşenbîrî û Hunerî ya bi hejmara 5846an û yasaya duyemîn a girêdayî wê bi têgihîştineke ku dê astengiyên li pêşiya azadiya derbirrîna hunerî ji holê rake, binirxînin. Em dê di zagon û rêziknameyên têkildar de madeyên ku pêşî li hilberîna çand û hunerî ya bi zimanê dayikê digirin, bi awayekî ku wan ji îfadeyên nezelal paqij bike û ji destdirêjiyê re vekirî nebe birêkûpêk bikin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin