Li Amedê Perestgeha Mîthrasê 1700 sal berê hatiye mohrkirin
Hate tespîtkirin ku Perestgeha Mîthras a di nav Keleha Zerzevan a 3 heza salî de li Amedê ye, hezar û 700 sal berê di dema Împaratoriya Romayê de hatiye mohrkirin û girtin. Ev kişf wekî yek ji kişfên arkeolojîk ên girîng tê dîtin ku hin nîşaneyên girîng li ser baweriya serdema Romayiyan radixe ber çavan.
RûpelNews - Xebatên arkeolojîk ên ku li Keleha Zerzevan a dîrokî ya li Amedê tên kirin, kişfeke girîng ku ji bo cîhana arkeolojiyê xwedî girîngiyeke mezin e derxist holê. Piştî lêkolîna ser nivîsa ber deriyê Perestgeha Mîtiras a di nav kelehê de hatiye dîtin hat eşkerekirin ku perestgeha dîrokî hezar û 700 sal berê di dema belavbûna Xirîstiyantiyê de hatiye mohrkirin û girtin.
Li ser nivîsara li ber deriyê Perestgeha Mîthrasê ya li Keleha Zerzevanê ku nêzîkî navçeya Çinarê ye û di serdema Romayê de wek baregeheke leşkerî ya stratejîk dihat bikaranîn, hin agahiyên girîng hatin tespîtkirin.
Lêkolîna ku ji aliyê pisporan ve li ser nivîsa Aramî û Suryanî ya kevnar hate kirin nêzîkî salekê domand. Piştî ku nivîs hate şîrovekirin derket holê ku perestgeh piştî ku Împaratoriya Romayê ola Xirîstiyaniyê wekî olê xwe yê fermî pejirand, hatibû mohrkirin û ji gel re hatibû girtin.
Li keleha Zerzevanê ku yek ji cihên sereke yên geştyarî yên bajêr e û di sala 2020an de li Lîsteya Demkî ya Mîrateya Cîhanî ya UNESCO'yê hate zêdekirin dîwar, dêr, stargeh, cîzmeyên avê, gorên kevirbirî û gelek avahiyên binê erdê hatine derxistin holê.
