Omanê hişyariyê dide Washingtonê: "Ev ne şerê we ye"

28 sibat 2026 15:30

​​​​​​​Siltaneta Omanê peyameke rasterast û tund da Washingtonê, di heman demê de hêzên navneteweyî û saziyên Neteweyên Yekbûyî bang kirin ku Civata Ewlekariyê ya NY bi awayekî lezgîn bicive, da ku rê li ber "şerekî giştî" yê ku nayê kontrolkirin bê girtin.

Omanê hişyariyê dide Washingtonê: "Ev ne şerê we ye"

RûpelNews - Di helwesteke dîplomatîk a balkêş de, Wezîrê Derve yê Omanê Bedir El-Busêîdî xemgîniya xwe ya kûr anî ziman ji ber têkdana rêça danûstandinên cidî yên ku li Cenevre û Musketê dihatin meşandin. El-Busêîdî, di peyameke eşkere de li ser platforma "X"ê, bang li Washingtonê kir ku xwe ji rageşiya leşkerî dûr bixe û got: "Ev ne şerê we ye." Wî destnîşan kir ku destwerdana leşkerî ya Amerîkayê ne di berjewendiya Dewletên Yekbûyî de ye û ne jî xizmeta aştiya cîhanî dike.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Derve ya Omanê operasyonên leşkerî şermezar kirin û wekî kiryarên "dijberî rênimayên hiqûqa navneteweyî û prensîba çareseriya aştiyane ya qeyranan" bi nav kir. Musketê ji civaka navneteweyî xwest ku helwesteke biryardar nîşan bide da ku agirbesteke demildest pêk were. Di heman demê de, Omanê tekez kir ku mafê dewletan yê parastina rewa li gorî peymanên navneteweyî heye û bang kir ku her kes vegere ser zimanê aqil û dîplomasiyê.