Odeya Operasyonên Hevbes a Mexmûrê hat avakirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Duşemê piştî Odeya Operasyonên Hevbeş a Kerkûkê, Odeya Operasyonên Hevbeş a Pêşmerge û artêşa Iraqê li Mexmûrê jî hat avakirin û dest bi karê xwe dike.
Berpirsê Liqê 23 ê Qereçoxê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê Kurmanc Ebdulla ji K24ê re ragihandiye ku li gor rêkeftina di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de, Odeya Oerasyonan a Hevbeş a Pêşmerge û artêşa Iraqê li Mexmûrê hat vekirin û 5 efserên Wezareta Pêşmerge di wê odeyê de dest bi kar kirin.
Ebdulla got, destbikarbûna wê odeya hevbeş dê bibe hevkar ji bo avakirina hêzên hevbeş û pêkanîna operasyonên hevbeş, ji bo vegerandina aramiya ji wan herêman re û ji bo vegerandina baweriya welatiyên ku piştî 16'ê Cotmehê ji wan herêman derketine.
Kurmanc Ebdulla diyar kir, biryar e ew kesên ku piştî 16ê Cotmehê dest danîne ser baregehên PDKê jî wan baregehan vala bikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, doh 23yê Gulanê Odeya Operasyonên Hevbeş ên Pêşmerge û artêşa Iraqê li Kerkûkê hatibû avakirin. Herwiha li gorî rêkeftina di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de, di rojên bê de çend navendên hevbeş ên din têne avakirin ji bo ku ew valahiya ewlehiyê ya li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bê dagirtin û rê li ber tevgera DAIŞê were girtin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin