Odeya Bijîskên Enqerê: Li Enqerê testa 18 xebatkarên tendirustiyê pozîtîf derket
PeyamaKurd - Odeya Bijîşkên Enqerê ragihand ku li Enqerê testa 18 xebatkarên tendirustiyê ya Covid-19ê pozîtîf derketiye.
Odeya Bijîşkên Enqere ya paytexta Tirkiyê, di daxuyaniya xwe de dibêje, testa 18 xebatkarên tendirustiyê ya koronavirusê (Covid-19) pozîtîf derketiye.
Wê odeya bijîşkan got, em bang li wezîrê tendirustiyê dikin ku di mijara parvekirina daneyan de şefaf bin û raya giştî û karmendên tendirustiyê bêne agahdarkirin.
Herwiha ew ode dibêje, divê xebatkarên tendirustiyê bi qasî tendirustiya xelkê, li tendirustiya xwe jî miqate bin û xwe biparêzin.
Odeya Bijîşkên Enqerê bang li rayedaran kir ku bi awayekî asayî test li xebatkarên tendirustiyê bê kirin û bêyî kêmaî ekîpmanên pêwîst bên dabînkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin