Oda Sanayî û Baziganî ya Hewlêrê: Berhemên Îranê nekirin û boykot bikin

20 rêbendan 2024 04:49
Oda Sanayî û Baziganî ya Hewlêrê: Berhemên Îranê nekirin û boykot bikin

PeyamaKurd – Oda sanayî û bazirganiyê ya Îranê ji veberhêner û bazirganan xwest ku pêwendiyên xwe yên bazirganî û aborî bi Îranê rawestînin. Banga Odê li ser êrîşa Pasdarên Îranê ku bi fuzeyan êrîşê Erbîlê kiribûn û 4 kesan kuştibûn û hem 16 kesan birîndar kiribûn hat kirin. Oda sanayiyê û bazirganiyê di dawxuyaniya xwe de weha got:

“Komara Îslamî ya Îranê rêzê li hûqûqa navdewletî, mafê mirovan nagire û êrîşê ciyên sîvîl dike. Herkes dizane ku di 15 ê mehê de di derengiya şevê de bi awayekî ne rewa û zalimane bi roketan li Erbîlê xist. Bê sedemekî nîşan bide, sîvîlan di malên wan de kir armanc.

Di êrîşê de karsazê me yê naskirî ku hem endamê oda me yê aktif bû Pêşrew Dizeyî, keça wî ya ji salekî biçûktir Jîna û karsazê Iraqî Kerem Mikhail şehîd kirin. Di êrîşê de ji heman malbatê gelek kesan birîndar kirin.

Îran gelek caran bê sedem asayîşa Herêma Kurdistanê, hûzûra Kurdistanê û hetta hebûna Kurdistanê xistiye hedefa xwe. Em êrîşa Komara Îslamî ya Îranê, ji ber êrîşên wê yên ser welatê me, sûcên ku kiriye, zor û tehdîdên wê, bi tundî şermezar dikin.

Herêma Kurdistanê tevî bazarekî girînge, em bi giştî bang dikin ku karsaz û hemwelatiyên me berhemên Îranê boykot bikin. Em dixwazin ku îtxalata malên Îranê, bikaranîna wan, temamê pêwendiyên bazirganî û aborî bi Îranê re rawestînin.”

Li ser babetê serokê Oda Sanayî û Bazirganiyê Geylan Hecî Seyîd ji bo Rûdawê ragihandiye:

“Ji Îranê gelek berhem tên îtxalkirin. Mînak alavên sanayî, yên avahiyan, yên paqijiyê, yên tenduristiyê û gelek tiştên din. Welatên alternatîf hene, bazirgan û veberhênerên me dikarin ji wan welatan bikirin. Mînak Tirkiye, Saûdî Erebistan û Urdun hene.”