NYT | Xetaya herî mezin a leskerên Amerîkî li Minbicê…

18 rêbendan 2019 18:43
NYT | Xetaya herî mezin a leskerên Amerîkî li Minbicê…

PeyamaKurd – Rojnameya New York Times (NYT) li ser êrîşa 16ê Çile ya li Minbicê ku 2 ji wan leşker 4 hemwelatiyên Amerîkî û bi giştî 19 kesan can da nûçeyek belav kir ku ket pey xetaya leşkerên Amerîkî yên li Minbicê.

Li gor rojnameyê ku dispêre çavkaniyên Minbicê, leşkerên Amerîkayê gelek caran li heman restoranê nan dixwarin û ev jî bû sedema metirsiya ewlekarî ku bala DAIŞê bikişîne.

Di nûçeyê de tê gotin ku xelkê Minbicê şahidê wê yekê ye ku leşkerên Amerîkî dema dewriyeyên xwe yên nava bajêr hefteyê çend caran li heman restona bi navê ‘Seraya Prensan’ nan dixwin ku bi vî awayî jî bûne armanceke hêsan ji bo terorîstan.

NYT bibîr dixe ku di meha Tîrmeha 2018an de senatorên Amerîkayê Lindsey Graham û Jeanne Shaheen jî li wê restoranê xwarin xwarine û endamên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî gelek caran diçin heman restoranê.

NYT dibêje, DAIŞê ev rewşa çûnûhatina wê restoranê ferq kiriye û leşkerên Amerîkayê jî ji ber aramî û îstiqrara li Minbicê xemsarî kirine û qet êrîşeke wiha pêşbînî nekirine ku ev jî xetayeke wan a mezin e.

Rayedarekî leşkerî yê Amerîkî li Minbicê ji rojnameyê re gotiye, “DAIŞê firsendek bi dest xist; diviyabû hêzên Amerîkî baştir bihatina parastin.”

Hêjayî gotinê ye, leşkerên Amerîkayê ji bo şerek di navbera Kurdan û Tirkiyê de rû nede dewriyeyên leşkerî ligel Mecslîsa Leşkerî pêk tîne. Herwiha leşkerên Amerîkî li derveyî Minbicê jî bi Tirkiyê re heman dewriyeyan pêk tînin.