NY: Tiryaka herî xeternak ‘Nîtazen’ belav dibe
PeyamaKurd – Raporta Tiryakê ya Cîhanê ya 2024an a ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve tê amadekirin ji raya giştî ya cîhanê re hate parvekirin.
Li gorî encamên raportê, zêdebûna bikaranîna bûjena opîoîdên sentetîka ku wek ‘Nîtazen’ tê binavkirin, li seranserê cîhanê yek ji xetereyên herî gring e.
NY, di raporta xwe de destnîşan kiriye ku piştî çêkirina nîtazena ku ji cureya tiryakê ya fentanîlê jî bihêztir e, li welatên geşedar hejmara mirinên ji zêde-doza tiryakê pir zêde bûye.
Li gorî daneyên pêşîn ên bazara neyasayî ya opîoîdê ku heta sala 2020î normal xuya dikirin, di sala 2023yan de bikaranîna fentanîlan kêm bûye. Lê belê berovajiyê fentanîlan, bikaranîna opîoîdên sentetîk ên bi navê ‘Nîtazen’ pir zêde bûye û gihîştiye rêjeya fentanîlan.
Fetanîl, tiryakeke ku 50 qat ji eroînê bihêztir e.
Bûjena tiryakê ya ‘Nîtazen’ yekem car di salên 1950yî de wekî dermanek êşkujê hate hilberandin, lê belê ew çend bihêz bû ku qet ji bo karanîna bijîşkî nehatin pejirandin.
Rawestandina hilberîna Afyonê ya Talîbanê
Di raporta NY de hate gotin ku piştî Talîbanê li Afxanistana ku mezintirîn hilberînera afyonê ya cîhanê bû, hilberîn û frotina Afyonê rawestand, froşkarên eroînê berê xwe dan afyonên sentetîk.
Li gorî raporê, piştî ku Talîbanê di 2022yan de li Afganîstanê ji sedî 95 û li Myanmarê jî ji sedî 36 hilberîna Afyonê rawestand, li gelemperiya cîhanê frotina bûjenên ji Afyonê têne derxistin ji sedî 75 kêm bû.
Ji aliyê din ve di Raporta Narkotîkê ya 2024an a Ofîsa Şopandina Dermanan a Yekîtiya Ewropayê (YE) de jî ‘Nîtamîn’ wek bûjena herî xeternak a tiryakê hate destnîşankirin.
Ji sala 2009an û vir ve, 81 cûreyên opîoîdên sentetîk ên nû li bazara narkotîkê ya Ewropayê belav bûne.
Ji sedî 85ê opîoîdên sentetîk ên nû ku di 2023yan de ji Pergala Hişyariya Destpêkê ya Yekîtiya Ewropayê (EWS) re hatine ragihandin ‘Nîtazen bûn. Ji 2019an vir ve li Ewropayê bi tevahî 16 nimfên ku di salekê de hatine ragihandin ev hejmara herî zêde ye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin