Herzog: Ji avabûna dewletê ve rewsa herî xeternak ev bû
PeyamaKurd- Serokomarê Îsraîlê Îshaq Herzog, di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Yedioth Ahronoth a Îsraîlê de diyar kir ku reforma darazê, ji dema avabûna dewletê bi vir ve ya herî xeternak e.
Herzog di axaftina xwe de bal kişand ser aloziyên ku ji ber reforma darazê derketin pêş û got, "Ez bawer dikim ku qeyrana heyî, ji dema damezirandina dewletê û vir ve ya herî giran a dîroka welêt e.”
Herzog diyar kir ku qeyrana di derbarê rêziknameya darazê de bandor li gelek sektoran kiriye û destnîşan kir ku axaftinên ku li hember wî muxalefetek mezin tê kirin, tenê propaganda ye û da zanîn ku wî daxwazên îstîfayê red kirine û got, "Ji hemû beşên gel, baweriyeke mezin bi min heye."
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, di 27ê Adarê de ragihandibû ku ew reforma darazê taloq dikin ku bûbû sedema xwepêşandan û grevên girseyî li seranserê welêt.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin