NY: Li Lîbyayê guherîna destûrê pirsgirêkan çareser nake

28 sibat 2023 05:00
NY: Li Lîbyayê guherîna destûrê pirsgirêkan çareser nake

PeyamaKurd – Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekgirtî (United Nations) yê Lîbyayê Abdoulaye Bathily ragihand ku li Lîbyayê meclisa nûneran  hewl dide ku guherînê bixe xala 13 em ya destûrê lê guherîn ji bo pirsgirêk çareser bibin têr nake. Ragihandin di civîna ku li Konseya Neteweyên Yekgirtî de, di brîfînga Lîbyayê de hat kirin û hem hewla guhertinê di nav terefên siyasî û civakê de bûye sedema munaqeşeyan.

Bathily ragihand ku di guhertinê de nehatiye gotin bê namzedên serokkomar û serokwezîr li gor kîjan pîvanan wê bên hilbijartin, ji bo hilbijartina sala 2023an nexşerêyekî tineye û di temsîla herêmî ya senatoyê de tevlihevî heye. Bathily weha dewam kir:

"Li Lîbyayê terefên siyasî di nav krîzê de ne. Gelek dezge berya çend salan rewatiya wan nemaye. Ji bo kesên dixwazin krîzê çareser bikin, divê ewilî vê krîzê çareser bikin.”