NY: Li herêma Sahelê 34,5 kes muhtacê alîkariya mirovîne
PeyamaKurd – Neteweyên Yekgirtî ragihand ku li herêma Sahelê 34,5 milyon kes muhtacê alîkariya mirovîne. Ofîsa koordînasyonê ya NY (OCHA) ragihand ku li herêma Sahelê bi sedema şiddetê, şer, rabûna ji ser cîh û waran, pirsgirêka xidayê û kêşûhewayê rewş ber bi xerabûnê ve diçe. 109 milyon nûfûsa Sahelê heye û ji 34,5 milyonî zêdetir kes muhtacê alîkariya parastin û mirovîne.
OCHA ragihand ku bi sedema ewlehiyê û sedemên din li Burkina Faso, Çad, Malî, Kamerûn û Nîjeryayê mirov bi talûkeyên cûr bi cûr re, rû bi rû ne. Ji ew çend nûfûs 6 milyon kes di asta ‘felaketê’ de pêdiviyên wan hene.
Li gor NY; li gelek deverên Sahelê rewş bi sedema grûbên çekdar, tundî, xebatên rêxistinên sûcan rewşa jiyanê xerabe, 6,3 milyon kes koçber bûne, 10 hezar dibistan û 7 hezar navendên tenduristiyê hatine girtin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin