NY ji bo deriyên xwe yên sînor vekirî bihêlin bang li cîranên Afganistanê kir

13 tebax 2021 15:00
NY ji bo deriyên xwe yên sînor vekirî bihêlin bang li cîranên Afganistanê kir

PeyamaKurd – Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNCHR), ji bo deriyên xwe yên sînor vekirî bihêlin, bang li cîranên Afganistanê kir.

UNCHR diyar kir, çekdarên Talîbanê girjîya li Afganistanê gurtir kirine û dîyar kir, ji bo jiyana sîvîlan metirsî çêbûye.

Karbidestên NYê, li ser rewşa xwarinê ya li Afganistanê jî hişyarî dikin.

Ew karbidest dibêjin, rewşa xwarinê ya li Afganistanê gihîştiye asteke ‘‘pir xerab’’ û diyar dikin, li wir mirovahî bi hemî dijwariyan re rûbirû maye.